Li Tirkiyê Di heftiyekê de 337 kes bi koronayê canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyê hejmara kesên bi Koronayê dikevin û dimirin careke din zêde dibin. Di heftiyekê de zêdetirî 406 hezar kes bi Koronayê ketin.

Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Tirkiyê de hat gotin, di heftiyekê de 406 hezar û 322 kes bi Koronayê ketine. Herwiha 337 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Tirkiyeyê 16 milyon û 295 hezar û 817 kes bi Koronayê ketine, 99 hezar û 678 kes jî mirine.