Messi û Neymar yekem serkeftina di werzê nû de ji PSG re tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Paris Saint-Germain di lîstika şeva borî a destpêkirina Lîga 1 a Fransayê de, serkeftinek mezin li hember mêvandarê xwe Clermont, bi pênc golan bê bersiv tomar kir.

Tîma Clermont şeva borî di gera yekem a Lîga 1 a Fransayê de, mêvandariya Paris Saint-Germain kir û bi encama (0 - 5) têk çû.

Stêrkê Brezîlî Neymar di xuleka (9) de gol vekir, hevkarê wî Eşref Hekîmî di xuleka (29) de gola duyem û Marquinhos gola sêyem di xuleka (38) ya nîvê yekem de tomar kirin.

Stêrkê Argentînî Lionel Mess di nîvê duyemîn de, di xulekên (80 û 86) de, du golên din ên tîma Parîsî tomar kirin.

Lionel Messi (35 salî) di werzê borî de di (26) lîstikên Lîga 1 de tenê (6) gol tomar kirin, lê di lîstika yekem a vê werzê de du gol tomar kirin.