Agirbest di navbera Îsraîl û Cîhada Îslamî de hat ragihandin

Piştî bombebarana tund ku bi dehan kes hatin kuştin, agirbest di navbera Îsraîl û Cîhada Îslamî de hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşên sê rojan ku tê de 43 Filistînî di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin, Îsraîl û Tevgera Cîhada Îslamî bi navbênkariya Misrê li ser agirbestekê li hev kirin.

Agence “France Presse” li ser zarê jêderekî ewlekarî yê Misrî ragihand, Îsraîl û Cîhada Îslamî li ser agirbestekê li Xezzayê hev kirin ku berî nîvê şeva borî ket warê cîbicîkirinê.

Di sê rojên borî de, Îsraîlê hejmareke pêgehên Tevgera Cîhada Îslamî li Xezzayê topbaran û bombebaran kirin ku di encamê de zarok jî di nav de gelek kes hatin kuştin. Her wiha çekdarên Tevgera Cîhada Îslamî bi sedan mûşekan bersiv dan.

Wezareta Tenduristiyê li Xezzayê êvara Yekşemê ragihand, hejmara kuştiyan gihîştiye 43 kesan, di nav wan de 15 zarok hene û zêdetir ji 300 kesî birîndar bûne.

Li aliyê din saziyên hawarhatinê yên Îsraîlê şeva borî ragihand ku di heman heyamê de 34 kes birîndar bûne.

Serokê Desteya Siyasî ya Tevgera Cîhada Îslamî, Mihemed El-Hindî di daxuyaniyekê de diyar kir, Misir di rêkeftina agirbestê de pêbend e ku kar ji bo azadkirina her du girtiyan Basem El-Seidî û Xelîl Awawdê bike.

Serokê Amerîka Joe Biden jî îro Duşemê spasiya Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî kir ku roleke sereke di pêkanîna rêkeftina agirbestê di navbera Îsraîl û Tevgera Cîhadê de li Herêma Xezzayê de girtiye.