Li Rojavayê Kurdistanê 37 kesên din bi Koronayê ketin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê ragihandin.

Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser 37 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin.

Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de ti kesî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest nedaye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38833 kesan, ji wan jî 1578 kesan jî canê xwe ji dest dane.