Ji Erdogan peyama Rojava: Em ê xelekên herêma ewle bi hev ve girê bidin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa operasyoneke nû ya artêşa welatê xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê û li bakurê Sûriyê kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa operasyoneke nû ya artêşa welatê xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê û li bakurê Sûriyê kir.

Erdogan got: "Em ê di demeke nêz de, bi paqijkirina herêmên herî dawî ku rêxistina terorê li Sûriyê kirine hêlîna xwe, xelekên wê kembera ewlehiyê bi hev ve girê bidin."

Recep Tayyip Erdogan îro di 13mîn Konferansa Balyozan a li Qesra Çankayayê de, bi balyozên hejmarek welatan re hevdîtin kir û li ser mijarên rojevê axivî.

Erdogan got: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin. Biryara me ya avakirina xeteke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser sînorê me yê başûr maye. Hêvîdar im ku em xelekên vê kembera ewlehiyê bi paqijkirina herêmên herî dawî ku rêxistina terorê li Sûriyê kirine hêlîna xwe, di demeke nêz de bikin yek.”

Tirkiye di van mehên dawî de gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe û rayedarên Tirkiyê dibêjin, operasyona nû ya li bakurê Sûriyê dibe ku di her kêliyekî de dest pê bike.