Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemed Hacî Mehmûd dike

“Di vê bîranînê de pêzanînên me ji bo rol û têkoşîna we ya di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye."
Serok Barzanî
Serok Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, bi helkefta çil û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mihemed Hacî Mehmûd û serkirdayetî û endam û alîgirên partiyê dike.

Serok Barzanî diyar kir: “Di vê bîranînê de pêzanînên me ji bo rol û têkoşîna we ya di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û em qurbanî û keda we bilind dinirxînin.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê

Bi helkefta çil û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û endam û alîgirên partiya we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Di vê bîranînê de pêzanînên me ji bo rol û têkoşîna we ya di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û em qurbanî û keda we bilind dinirxînin.

Di vê helkeftê de em hêvîdar in bihêzkirina bingehên birayetî û tebayî ya di navbera aliyan û xizmetkirina berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de armanca sereke ya hemû aliyan be.

Mesûd Barzanî

08.08.2022