Berhem Salih: Pêwîstiya Iraqê bi çaksaziya bingehîn heye

Serokomarê Iraqê Berhem Salih di salvegera Aşûrayê de daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî dike.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih
Serokomarê Iraqê Berhem Salih

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih di salvegera Aşûrayê de daxwaza yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasî dike û dibêje, "Divê em yekrêz, yekdeng û yekhelwest bin".

Berhem Salih bi boneya salvegera Aşûrayê, îro duşemê 8ê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di bin diya niştmanê de, ji bi çaksazî û xizmetkirina xelkê xweragir a Iraqê, ku hêjayî hemû xêr û xweşiyê ne, divê em yekrêz, yekdeng û yekhelwest bin.”

Tevî nîşandana hevxwemiya xwe ji bo gelê Iraqê, Misilmanan û Merciyê Bilind ê Şîeyan ê li Necefê, Berhem Salih diyar kir, ber bi arasteya avakirina dewleteke bi şiyan ku hêjayî Iraqê be, divê hewldanên xwe bikin yek û got: “Pêwîstiya Iraqê bi çaksaziya bingehîn heye.”