Hêzên Tirkiyê xaleke rejîma Sûriyê li nêzîkî Amûdê topbaran kir

Droneke Tirkiyê jî birca hêlên pêwendiyan li Ebû Rasên bombebaran kir ku hêlên pêwendiyê li herêmê hat birîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Tirkiyê yên ku li ser sînor bi cih bûne, xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li ser rêya Dirbêsiyê – Amûdê kir armanc.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, Hêzên artêşa Tirkiyê yên li derdora Serê Kaniyê bi cih bûne, gundê El-Tawîlah ê li gundewarê Til Temirê yê dikeve bakurê rojavayê Hesekê bombebaran kir û top li gund û derdora wê ketin.

Da zanîn jî, hêzên Tirkiyê xaleke rêjîma Sûriyê li nêzîkî Amûdê topbaran kir û her wiha çend top li derdora gundên Til Hemdûn, Cirnik, Xerza û Xanka yên ser bi Amûdê ve ketin.

Rewangehê destnîşan kir jî, îro danê sibê hêzên Tirkiyê deverên Nahiya Ebû Rasên û derdora wê kirin armanc, di heman demê de droneke Tirkiyê birca hêlên pêwendiyan li Ebû Rasên a li bakurê Hesekê bombebaran kir ku hêlên pêwendiyê li herêmê hat birîn.

Duhî jî Artêşa Tirkiyê hejmarek gundên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê dabûn ber topan. Di encama topbarana li ser gundê Tel Ziwan ê li rojhilatê Qamişlo de welatiyekî sivîl birîndar bûbû.