Nexşerêya Tirkiyê ya operasyona Sûriyê tê guhartin yan na?

Erdogan: Rûsyayê dubare amaje bi rêya diyaloga bi Şamê re kir
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan liser pêşniyaza Rûsyayê ya diyaloga bi Şamê re radihîne ku li ser plana Tirkiyê ya operasyona serbazî li bakurê Sûriyê di navbera dezgehên istixbaratê yên Şam û Enqerê da ji xwe danûstandin hene, lê belê encamek ji wan danûstandinan nederketiye. Li gorî şarezayên  li Tirkiyê, eger Tirkiye diyalogekê bi Şamê re bide destpêkirin, nikare operasyonek serbazî li bakurê Sûriyê birêve bibe.

Tirkiye li gorî daxuyaniyên fermî bi armanca “dabînkirina deverek ewle di 30 kûrahiya sînorên xwe de” liser bakurê Sûriyê, ev demek e, peyamên operasyonek serbazî dide. Rûsya û Îranê di Lûtkeya Tehranê da helwêsta xwe ya li dijî operasyona Tirkiyê dubare tekez kiribûn.Li Soçiyê ev babet dîsa liser maseya Erdogan û Pûtîn bû û Serokkomarê Tirkiyê radigihîne ku Rûsyayê dubare destnîşan bi rêya diyaloga bi Şamê re kiriye. Erdogan dibêje dezgehên istixbaratê yên Enqere û Şamê ji xwe di nav danûstandinan da ne, lê belê encamek ji wan danûstandinan heta niha nederketiye. Li gorî beşek ji şarezayan ev yeke ango Enqere bo egera diyaloga bi Şamê re xwediyê helwêstek nerênî nîne.

Şarezayê Ewlehiyê û Serokê Înstîtuya Lêkolînên Stratejîk Guray Alpar ji K24ê re got: “Tirkiye bi Hikûmeta Şamê re kêşe hene. Lê belê Serokkomarê Tirkiyê dibêje encamek ji hevdîtinên istixbarî nederketiye ji ber ku Şam tevgerên rêxistinên, li gorî Tirkiyê terorî, li Sûriyê naravestîne. Ango heger Şam hin şertan dabîn bike, Tirkiye bo diyalogê amade ye.”

Li aliyê din li gorî beşek ji şarezayan jî, ji ber ecindayên wan yên li dijî hev, li şûna birêvebirina operasyonek serbazî, bi diyalogê peydakirina çereseriyekê egerek lawaz e.

Şarezayê Rojhilata Navîn, Rojnameger Musa Ozugurlu dibêje: “Tirkiye dixwaze komên piştgiriya wan dike, di birêveberiya Sûriyê da cih bigirin û cihên di bin kontrola wan koman da her di destê wan da bimînin. Ango Tirkiye dixwaze bandora xwe li Sûriyê bidomîne. Lê belê diyaloga bi Şamê re, wan rêyan bo Tirkiyê digire, ji loma encamek ji danûstandinên istixbarî, zehmet e.”

Ligel Rûsya û Îranê, Amerîkayê jî nerazîbûna xwe ya liser operasyona Tirkiyê beriya niha bi daxuyaniyên resmî eşkere kiribû. Her wiha tê zanîn ku Dewletên Ereb jî ji operasyonên Tirkiyê liser sînorên dewletên Ereb aciz in. Çavkaniyên dîplomatîk ji Tirkiyê dibêjin tevî nerazîbûna wan Tirkiye dîsa jî dê operasyonekê bide destpêkirin. Di sala 2019an da tevî nerazîbûna Amerîkayê Tirkiyê operasyonek li Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin. Lê belê operasyon di nav demek kurt da bi seredana cîgirserokê Amerîkayê yê vê demê bo Enqerê hatibû ravestandin.