Li Bane kolberekî Kurd ji aliyê Pasdarên Îranê ve hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Banê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd ji aliyê Pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan “Hingaw” belav kir, kolberekî Kurd yê bi navê Hejar Ferecî li zozanên sînorî yên nêzîkî bajarokê Banê, ji aliyê hêzên Îranî ve hat kuştin.

Wê rêxistina mafên mirovan diyar kir, hêzên Îranî bêyî ku Hejar Ferecî agahdar bikin, gule lê reşandine.

Li gorî amarên Hingaw, di nava 5 mehên borî de, herî kêm 6 kolberên Kurd li navçeya Banê ji aliyê hêzên Îranî ve hatine kuştin.

Xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejariyê nerçar dibin karê kolberiyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re di riyên dijwar re bikin, lê gelek caran jî rastî êrîşên hêzên Îranê tên.