Li Diyala êrîşeke xwekujî ya li dijî karwaneke Huseyniyan hat pûçkirin

Berî ku terorist bigihe armanca xwe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat dorpêçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlekariyê îro Sêşemê ragihand, xwekujiekî xwestibû xwe di nava karwana Huseyniyan de li bakurê rojhilatê Diyalayê biteqîne, lê hewla wî hat şikandin.

Wî jêderî da zanîn, li gor zanyariyên îstixbaratê, teroristekî ku kembereke teqîner li xwe kiribû, xwastiye xwe di nava meşa Huseyniyan de li navçeya Meyah a bakurê Baqûbe xwe biteqîne, dimildest jî hêzek ji bo têkbirina hewla wî teroristî hat avakirin.

Destnîşan kir, piştî ku ew terorist ji aliyên hêzên ewlekariyê ve hat dorpêçkirin, xwe teqand, bêyî ku ti ziyan bigihe hêzên ewlekariyê.

Roja Aşûra, dikeve roja dehemîn a meha Muherremê ku di wê rojê de Husên kurê Elî û endamên malbata wî hatin kuştin, ji ber vê yekê Şîe vê rojê, wek roja şîn û xemgîniyê dibînin û serdana mezarên Kerbelayê dikin.