Rojnameyek: Dibe Erdogan û Esed bi telefonê baxivin

Welatekî Kendava Erebî û welatekî Afrîkayê navbênkariyê di navbera Tirkiye û Sûriyê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke nêzîkî hikûmeta AK Partiyê diyar kir, egera wê yekê heye Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed pêwendiyeke telefonî encam bidin.

Rojnameya “Türkiye Gazetesi” diyar kir, welatekî Kendavê û welatekî Afrîkayê navbênkariyê di navbera Tirkiye û Sûriyê de dikin. Li gor wê rojnameyê, egera wê yekê heye Erdogan û Esed pêwendiyeke telefonî encam bidin.

Wê diyar kir, “Tirkiyê pêşniyar kiriye ku bi Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê re li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê li bakur rojhilatê Sûriyê çalakiyeke hevbeş pêk bînin.”

Li gor hatiye ragihandin, ev pêşniyar di civîna Sochî ya di navbera Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin de hatiye kirin ku Putin di civînê de ji Erdogan re gotiye, çareya baştir ew e, pirsgirêkên Tirkiyê yên li Sûriyê, bi hikûmeta Şamê re werin çareserkirin.

Ji aliyê xwe ve jî Erdogan jî aşkere kiribû, dezgehên hewalgiriya Tirkiye û Sûriyê di pêwendiyan de ne.

Heta niha hikûmeta Tirkiyê ev nûçe ne red kiriye û ne jî piştrast kiriye.

Wê rojnameya Tirkî eşkere kir jî, rayedarên Tirkiye û Sûriyê gihîştine qonaxa avakirina “komîteyek ji pisporan” ji her du aliyan û bi vî awayî danûstandin di navbera her du welatan de dê derbasî asteke nû bibin.

Her wiha Rojnameyê got ku Tirkiye daxwaza pêşxistina çarçoveya yasayên efûyê yên ku ji aliyê Beşar Esed ve hatine ragihandin dike, da ku di bin çavdêriya navdewletî de bên cibicîkirin, wek azadkirina girtiyên siyasî û betalkirina lîsteyên tawanên bi deh hezaran Sûriyan.