Ewropa derbarê rêkeftina atomî de ji Tehranê daxwaza bersiveke bilez dike

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve daxwaz kir, "bi belê an jî na" bersiva reşnivîsa ku welatên Ewropayê amade kirine, were dayîn.
null
null

Hewlêr (K24) - Gotûbêjên li ser dosyeya atomî ya Îranê nêzîkî bidawîbûnê dibe û welatên Ewropayê reşnivîs amade kirine, da ku li ser vê mijarê biryara dawî bidin. Yekîtiya Ewropayê jî ji Tehranê daxwaz dike, demildest bersivê bide.

Berdevkê Komîsyoa Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve Peter Stano îro sêşemê 9ê Tebaxa 2022yan ji rojnamevanan re ragihand: “Ti derfetek ji bo gotûbêjan nemaye.”

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve daxwaz kir, "bi belê an jî na" bersiva reşnivîsê were dayîn û demildest biryar bidin.

Ji aliyê xwe ve Tehranê jî ragihand, ew bi gotûbêjkirina reşnivîsê re mijûl in, ku ji 25 rûpelan pêk tê.

Beriya niha ajansa Reuters rayedarekî Yekîtiya Ewropayê ragihandibû, gotûbêjên Viyenayê bi dawî bûye û Yekîtiya Ewropayê reşnivîsek amade kiriye, da ku rêkeftina atomî ligel Îranê were vejandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser vê mijarê ragihandibû, reşnivîsa Yekîtiya Ewropayê yekane bijarde ye, da ku rêkeftin li ser were kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahyan jî di pêwendiyeke telefonî de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, daxwaz kiribû ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî kêşeyên xwe yên ligel Îranê bi rêya teknîkê ve çareser bike û xwe ji helwesta siyasî ya neavaker dûr bixe.

Danûstandinên nerasterast ên navbera Îran û Amerîkayê bi navbeykariya 4+1 û Yekîtiya Ewropayê li Viyenayê birêve diçe û aliyên rêkeftinê bi geşbînî behsa îhtîmala lihevkirina Îran û Amerîkayê dikin.

Di serdema Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de, Washinton bi awayekî yekalî ji rêkeftina atomî ya Îranê di sala 2018an de vekişiya û sizayên bi ser Îranê de girantir kir.

Li gor zanyariyên Ajansa Navdewletî ya Atomî, niha di destê Îranê de ew maddeya atomî heye ku dikare çekê wêranker dirust bike û dema wê nagihîje du salan.