Fermandarekî PJAKê li Qamişlo hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê ragihand, di êrişa Tirkiyê ya roja 6ê Tebaxê li ser taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo de, fermandarekî PJAKê hat kuştin. 

Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê derbarê êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyê li sernaserê herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser de konferanseke rojnamevanî li dar xist.

Hevserokên Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat û Hemrîn Elî di konferansê de diyar kirin, artêşa Tirkiyê di dema dawî de êrîşên xwe li seranserî herêmê zêde kirine.

Aşkere kir jî, endamê rêveberiya Partiya Jiyana Azad a Kurdisanê (PJAK) Yûsif Mehmûd Rebanî (Rêzan Cawîd) ku bi serdanekê hatibû herêmê, di êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser taxa Pîşesazî de hatiye kuştin.

Droneke Tirkiyê roja 6ê Tebaxê otomobîlek di nava Qamişlo bombebaran kiribû û li gor daxuyaniyeke HSDê, di encamê de 4 kes hatin kuştin ku di nava wan de 2 zarok hebûn.

Desteya Hundirîn, dewletên garantorên agirbestê û bi taybet Rûsya û Hevpeymaniya Navdewetî ya li dijî DAIŞê di ber van êrîşan de berpirs dibîne û bang li rêxistinên navneteweyî, Netewên Yegirtî, Encûmena Asayişa Navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir, rêgiriyê li van êrîşan bikin û qedexeya firînê li herêmê ferz bikin.