Serokatiya Herêmê: Paşketina hilbijartinan ziyanê digihîne pêgeha Herêma Kurdistanê

Jeanine Hennis-Plasschaert hemû piştevaniyên Neteweyên Yekbûyî jibo serxistina proseya hilbijartinan nîşan da.

Hewlêr (K24) – Îro çarşemê civîna duyem a serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê, bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî birêve çû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 10ê Tebaxa 2022yan li ser vê mijarê bi daxuyaniyekê ragihand: “Paşketina hilbijartinan ziyanê digihîne nav û pêgeha Herêma Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Biryar hat dayîn ku destpêka Îlona bê, civîna dawî ji bo yekalîkirina hemû mijarên girêdayî hilbijartin û çareserkirina kêşeyên li ber proseyê were encamdan.”

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe anî ziman ku aliyên siyasî bigihin hevtêgihîştinekê ji bo diyarkirina dema hilbijartinan û çareserkirina kêşeyan û tekezî li girîngiya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye: “Paşketina hilbijartinan ziyanê digihîne pêgeha Herêma Kurdistanê.”

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert hemû piştevaniyên Neteweyên Yekbûyî jibo serxistina proseya hilbijartinan nîşan daye.

Jeanine Hennis-Plasschaert destnîşan kiriye ku divê di demeke herî nêz de bigihin encamekê, ji ber ku demeke dirêj li ber dest tune ye.

Di dawiyê de biryar hatiye dayîn, destpêka Îlona bê, civîna dawî ji bo yekalîkirina hemû mijarên girêdayî hilbijartin û çareserkirina kêşeyên li ber proseyê were encamdan û heta wê demê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, bi hevkariya tîma pispor a UNAMI di gotûbêj û amadekariyan de berdewam bin.