Çîn: Amerîka hebûna xwe ya serbazî li nêzîkî Taywanê bihêz dike

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ragihand, ji bo dirustkirina kêşeyeke din, Amerîka hebûna xwe ya serbazî li nêzîkî girava Taywanê bihêz dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Çînê  Wang Yi ragihand, ji bo dirustkirina kêşeyeke din, Amerîka hebûna xwe ya serbazî li nêzîkî girava Taywanê bihêz dike.

Wang Yi ji malpera wezareta xwe re ragihandiye, Amerîka ligel hevpeymanên xwe, xwe rêk dixe, da ku agir geş bike û hebûna xwe ya serbazî li girava Taywanê bihêz bike.

Herwiha gotiye, Amerîka û hevpeymanên wê, rewşê ber bi aloziya mezintir dibin û ji bo dirustkirina kêşeyeke din a demdirêj, planan amade dikin.

Rojên sêşem û çarşemê yên hefteya borî, Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi serdana Taywanê kir û ev serdan bû sedema hêrsbûna Çînê.

Nifûsa Taywanê 23 milyon e û desthilateke wê ya xwerêveberiyê heye û Çîn jî di wê baweriyê de ye ku Taywan beşek ji axa Çînê ye.