HSD kuştina sivîlekî û du şervanan di êrîşa Tirkiyê de ragihand

Bombebaran
Bombebaran

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir, di êrişa droneke Tirkiyê ya li ser gundê Mele Sibat ê Qamişlo de sivîlek û du şervanên wan hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, duhî demjimêr 17:10 droneke Tirkiyê otomobîlek li gundê Mele Sibat ê Qamişlo de bombebaran kir û di encamê de du şervanên wan (Dijwar Kobanî û Çiya Qamişlo) û sivîlekî bi navê (Edip Yûsif) hatin kuştin.

HSD dibêje, artêşa Tirkiyê di demên dawî de êrişên xwe li seranserî sînor zêdetir kiriye. Her roj hem bi topbaranan hem jî bi dronan êrişan pêk tîne, di van êrişan de ne tenê şervan, lê belê kesên sivîl jî tên armanckirin.

Ev yek di demekê de ye, duhî Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê ragihand, di êrişa Tirkiyê ya roja 6ê Tebaxê li ser taxa Pîşesazî ya bajarê Qamişlo de, fermandarekî PJAKê hat kuştin.