Mîrekî DAIŞê li başûrê Sûriyê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ewlekarî yên Sûriyê di operasyoneke de, mîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Selim El-Iraqî li parêzgeha Der’ayê kuşt.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji jêderekî ewlekariyê belav kir, Hêzên ewlekarî yên Sûriyê di operasyoneke de, mîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Selim El-Iraqî li bajarokê Edwan dorpêç kir, piştre dema ew birîndar bû. wî xwe teqand.

Wî jêderî bal kişand ser wê yekê, terorîst Ebû Selim El-Iraqî yekê hat ji bajarê Tefasê reviya bû û ji aliyê endamên hêzên ewlehiyê ve dihat şopandin, piştre pevçûn di navbera wan de derket û wî xwe teqand.

Eşkere kir jî, di encama vê operasiyonê de endamekî hêzên ewlekarî hat kuştin û herwiha welatiyekî ku ji aliyê terorîst Ebû Selim El-Iraqî ve dîl hatibû girtin jî birîndar bû.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Ebû Selim El-Iraqî ji sala 2018an ve xwe li deverê vedişêre û car caran beşdarî di kiryarên kuştinê li başûrê Sûriyê de dikir.