Dana Gas: Berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye

Kompanayaya Dana Gas: Êrîşên mûşekî nebûn rêgir li pêş firehkirina karên me

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Dana Gas ya karê berhemanîna gaza xwezayî li çend kêlgehên Herêma Kurdistanê dike ragehand, berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Kompanyaya Dana Gas daxuyaniyek derbarê kar û çalakiyên wê yên îsal de belav kir û tê de ragihand, ji ber bilindbûna nirxê petrol û gaze, qazancên kompanyayê zêde bûye, her wiha asta berhemanîna wan baş bûye û lêçûna karên wan li Herêma Kurdistanê kêm bûne.

Aşkere kir, qezenca Dana Gas di 6 mehên yekem ên 2022-an de ji sedî 82 zêde bû û gihîşt 111 mîlyon dolar.

Diyar kir jî, Li gel rewşa nexwestî ya ewlehiyê jî, lê kompanyaya Dana Gas li ser kar û çalakiyên xwe yên di kêlgehên Herêma Kurdistanê berdewam bûye û di şeş mehên borî yên sala 2022an de, rêjeya berhemanîna gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê ji sedî 1 zêde bûye û karên berfirehkirina kêlgeha gazê jî berdewam bûye.

Destnîşan kir jî, berhema giştî ya Dana Gas li Herêma Kurdistanê di nîvê yekem a sala 2022an de rojane 34.5 hezar bermîl bû ku sala borî, 34.3 hezar bermîl di rojekê de bû.

Herwaha di vê heyamê de karê kolîna yekem bîra pêşxistinê ya di projeya li Herêma Kurdistanê de dawî hatiye û niha kar li ser kolandina bîra duyem tê kirin.

Pêşketin û zêdebûna berhemanîna gaza xwezayî li bîrên Herêma Kurdistanê ji aliyê Dana Gas ve, di demekê de ye ku dema borî de gelek caran êrîşên mûşekî ji aliyê grubên milîs û terorîstan ve hatiye kirin, bi taybet li bîrên Kormor a navçeya Germiyanê. Lê ew hemû nebûne sedemê ragirtin û astengiyê ji bo berdewambûna berhemanîna gazê û nemaze zêdetir jî bûye.