Li Diyarbekirê cotkariya bacanênên sor zêde dibe

Bacanê sor
Bacanê sor

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê îsal li ser 4 hezar 226 donim zeviyên di kontara Qereçdaxê de ne, cotkariya bacanên sor hatiye kirin.

Bacanên ku bi kedeke zehmet di meha Nîsanê de hatibûn çandin niha têne çinîn.

Kedkar bacana dikin du parçe û li ber 45 pile germahiyê radixin. Bacanên ku têne xwêkirin di hefteyekê de li ber tavê hişk dibin.

Bacên sor li Diyarbekirê têne hişkirin û ji bo bazara cîhanê têne hinartin.

Xebatkar bi zar û zêçên xwe ve bi kedeke zehmet bacanan hişk dikin û dibêjin; karê wan zehmet e lê li ber derê malê û ji karê li bajarên rojavayê Tirkiyê çêtir e.