Mistefa Kazimî: Em ji bo radestkirina desthilatê amade ne

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, ew ji bo hikûmeta nû, amade ye ku kursiyê xwe bi cih bihêle.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, ew ji bo hikûmeta nû, amade ye ku kursiyê xwe bi cih bihêle.

Mistefa Kazimî di civîna Encûmena Wezîran a Iraqê de ragihand: “Niha pirsgirêkên aborî, ewlehî, siyasî û tenduristiyê derketine pêş.”

Kazimî got: “Iraq di qonaxa piştî helbijartinê û şûnde rastî pirsgirêkên siyasî yên rasteqîn hatiye û pêwîst e bên çareserkirin. Çareserî jî pêwîstiya wê bi gotûbêj û zîrekî û qurbanîdanê heye.”

Herwiha diyar kir: “Xelet e ku bê gotin ev hikûmet sedemê pirsgirêkan e. Ji destpêkê ve me ragihandiye, em amade ne desthilatê radestî hikûmeta nû bikin. Eger alî li hev bikin, em jî amade ne xwe ji kar vekêşin.”