Bacanên sor li Diyarbekirê têne hişkkirin û bo bazara cîhanê têne hinartin

Bacanên ku li herêma Qerejdaxê têne hişkirin ji bo bazarê welatên cîhanê tên hinardekirin. Cotkar dibêjin; îsal dê 2 hezar 500 ton bacanên hişkirî rêkin bazara cîhanê.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê cotkaran giranî dane cotkariya bacanên sor ên hişkirî. Îsal li ser 4 hezar doniman cotkariya bacanan hatiye kirin.  Bacanên ku li herêma Qerejdaxê têne hişkirin ji bo bazarê welatên cîhanê tên hinardekirin. Cotkar dibêjin; îsal dê 2 hezar 500 ton bacanên hişkirî rêkin bazara cîhanê.

Li Diyarbekirê îsal li ser 4 hezar 226 donim van zeviyên di kontara Qereçdaxê de ne cotkariya bacanên sor hatiye kirin. Axa Qerejdaxê valkanîk e, ji aliyê mîneralan ve dewlemend û berhemdar e.

Bacanên ku bi kedeke zehmet di Nîsanê de hatibûn çandin niha têne çinîn. Kedkar bacana dikin du parçe û li ber 45 pile germahiyê radixin. Bacanên ku têne xwêkirin di nava 4-5 rojan de li ber tavê hişk dibin. Xebatkar bi zar û zêçên xwe ve bi kedeke zehmet bacanan hişk dikin.

Kedkar Emîne Bozkuş ji K24ê re diyar kir: “Me 17 salan li Îzmîrê ev kar kir. Ev 2 sal in em li vir in. Ev der jî gelek germ e. Heqdesta me kêm e. Em ji vir jî diçin karûbarên mala xwe dikin. Zehmet e, em bi erzanî dixebitin.”

Li gorî par îsal cotkariya bacanên sor zêdetir bûye. Îsal li Herêma Qerejdaxê 6 cotkar vê cotkariyê dikin. Rojane 150 ton bacan tên çinîn û ji bo hişkirinê tên amadekirin. Tê çaverêkirin ku îsal 2 hezar 500 ton bacanên hişkiriî li bazara Amerîka, Ewrûpa û Welatên Ereban bêne firotin. Cotkar jî dibêjin; li gorî salên berê îsal ji welatên cîhanê daxwaza bacanên hişkirî zêdetir e.

Cotkar Muzafer Işikli diyar kir: “Li gorî par me îsal cotkariya xwe zêdetir kir.  Lê belê di meha Gulanê de teyrokê zirar gihand şitlên bacanan. Em çaverêbûn ku ji van zeviyan 40 hezar ton berhem bînin lê belê ji ber teyrokê em 25 hezar ton bigirin jî baş e. Îsal li herêma Egeyê cotkarî zêde nehat kirin ji ber wê yekê em ê hemû bacanên xwe bi rihetî bifiroşin bazara cîhanê.”

Parêzgarê Diyarbekirê Alî Îhsan Su jî serdana cotkaran kir û got; ji bo zêdebûna cotkariya bacanên sor ew dê zêdetir piştgiriya cotkaran bikin.

Alî Îhsan Su ragihand: “Ji 2 hezaran zêdetir welatî bi cotkariya bacanên sor debara xwe dikin. Li bajêr, li ser 127 hezar û 376 doniman cotkariya sebzeyan tê kirin. Cotkariya bacanên sor jî zêdetir dibe. Ev yek ji bo abûriya bajarê me gelek girîng e.”