Çavuşoglu: Îstixbaratên Tirkiye û Sûriyê dest bi hevdîtinan kirine

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku di civînekê de li Belgrada paytexta Sirbîstanê, li ser piyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re hevdînek pêk aniye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku di civînekê de li Belgrada paytexta Sirbîstanê, li ser piyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re hevdînek pêk aniye û ji wî re gotiye ku divê aştiyek di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û rejîmê de pêk were.

Mevlut Çavuşoglu îro pêncşemê 11ê Tebaxa 2022yan li Enqerê piştî bidawîbûna Konferansa Balyozan civîneke çapemeniyê saz kir û li ser pirseke derbarê destpêkirina pêwendî û dîplomasiya di navbera Şamê û Enqerê de ragihand niha ti proseyeke gotûbêjan di astên bilind de nîne lê îstixbaratên her du welatan di pêwendiyê de ne.

Çavuşoglu eşkere kir ku wî di civînekê de li Belgrada paytexta Sirbîstanê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mîqdat re li ser piyan hevdîtineke kurt pêk aniye û got, “Em her dem dibêjin di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û rejîmê de pêdivî bi aştiyekê heye û em ê weke Tirkiye her cûre piştevaniyekê bidin vê pêngavê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu got: “Ev demek e Putin û rayedarên Rûs dibêjin em we ligel rejîmê bînin ba hev. Xwestin ku civînek di navbera Esed û Serokomarê me de pêk bê. Serokomarê me jî gotibû dê hevdîtinên îstixbaretên me bi sûd bin. Weke hûn dizanin di demên borî de jî hinek caran îstixbaratên me hevdîtin pêkanîbûn. Piştre qûtbûnek çêbû û niha careke din destpêkirin. Di  encama hevdîtinên di asta îstixbaratan de gelek mijar tên rojevê. Min di civîna li Belgradê li ser piyan dema ligel wezîrên din diaxivîm  berî xwarinê  hevdîtinek kurt ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê pêk anî.  Di encamê de li wir me got take rêya çareseriya  vî welatî lihevkirina siyasî û paqijkirina terorîstan e; kî be bila ew be, nav ferq nake.”

Mevlut Çavuşoglu eşkere kir: “Li aliyê din me got  di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û rejîmê de pêdivî bi aşitiyekê heye û em dê weke Tirkiye her cûre piştevaniyekê bidin vê pêngavê. Em piştevaniyê li yekitiya axa Sûriyê dikin û ji herkesê bêhtir vê piştavaniyê dikin. Aşitî, yekitiya sînor û axa welatekê ku li kêleka me ye, rasterast bandoreke erênî li ser me dike. Em dibînin pêşhatên berevajî vê jî çi bandorê li me dikin. Ji ber wê jî her têkoşîneke li dijî rêxistina terorî bê kirin em dê piştevaniyê lê bikin.”

Herwiha got: “Çavê me ne li axa Sûriyê ye, lê eger li Sûriyê yekîtiyek çênebe,  Sûriye rûbirûyî metirsiya dabeşbûnê ye. Welatên din jî dibêjin take armanca YPGê û PKKê dabeşkirina Sûriyê ye. Ji bo rêgirtina li dabeşbûna Sûriyê jî dive rêveberiyeke bihêz hebe. Çêbûna  îradeyeke wiha ku parêzvaniyê  li her bihusteke  hemû axa Sûriyê bike  jî bi yekitiyê çêdibe. Me hertim ev yek gotiye. Me ev yek wê demê jî ji wan re got. Ev ne civîneke taybet bû tenê sihbeteke li ser piyan bû.”