Swêd ji bo radestkirina kesekî bo Tirkiyê amadekariyê dike

Kesê ku dê were radestkirin, welatiyê Tirkiyê ye û di salên 2013 û 2016an de ji ber tawanên sextekariyê ceza lê hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Swêd ji bo radestkirina kesekî ku Tirkiye ji ber sextekariyê bi bultena sor lê digere, amadekariyê dike.

Televîzyona fermî ya SVT ya Swêdê ragihand, kesekî 35 salî ku ji ber sextekariyê, Tirkiye bi bultena sor lê digeriya, biryar hatiye dayîn ku radestî Tirkiyê were kirin.

Hat diyarkirin, navê kesê ku dê were radestkirin Okan Kale ye, welatiyê Tirkiyê ye û 35 salî ye, di salên 2013 û 2016an de ji ber tawanên sextekariyê ceza lê hatiye birîn.

Wezîra Dad û Navxweyî ya Swêdê Morgan Johansson biryara Dadgeha Bilind weke rewşeke rutîn bi nav kiriye.

Hat destnîşankirin, kesê ku ji sala 2011an ve li Swêdê dijî û di vê heyamê de serlêdana penaberiyê kiriye, li Tirkiyê ji ber sextekariyê 14 sal cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.