Zaxarova biryara Parlamentoya Latviayê şermezar kir

Wezareta Derve ya Rûsyayê biryara Parlamentoya Latvia şermezar kir, ku Rûsya wek welatekî piştevanê terorê nasandibû.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê biryara Parlamentoya Latvia şermezar kir, ku Rûsya wek welatekî piştevanê terorê nasandibû.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand, biryara Parlamentoya Latvia çavkaniya xwe ji "biyaniyên kîndar" wergirtiye.

Mariya Zaxarova diyar kiriye, ti rastiyek di vê biryarê de tune ye, tenê rika biyaniyan e û weke fikra Naziyan e.

Duh pêncşemê 11ê Tebaxê, Parlamentoya Latvia di rûniştinekê de saziyên serbazî û sîstema siyasî ya Rûsyayê wek piştevanê terorê nasand.

Herwiha ji welatên Ewropayê daxwaz kir, hatina geştyarên Rûsya û Belarusê sînordar bikin.

Şerê Rûsya û Ukraynayê ji 24ê Sibata 2022yan ve dest pê kiriye, di destpêka şer de piraniya welatan êrîşên serbazî yên Rûsyayê şermezar kirin, yek ji wan welatan jî Latvia bû, ku bi tundî li dijî êrîşên Moskowê rawestiya.