Li Silêmaniyê erdhej rûda!

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê erdhej rûda.

Silêmanî (K24) – Li parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, bi hêza 3.7 pile erdhej rûda.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, erdhejek li parêzgehê û derdora wê qewimî.

Rêveberê Keşnasî û Erdhejê yê Silêmaniyê Aso Kemal ji Kurdistan24ê re ragihand, di demjimêr 11:54 xulekan de erdhejek bi pileya 3.7 rûdaye.

Aso Kemal eşkere kir ku erdhej navçeyên başûr û rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê hejandiye.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, erdhej li bajarên Şarezûr û Derbendîxanê jî rûdaye.