Li Erebistanê kesekî xwe bi kembera bombekirî teqand

Serokatiya Asayîşa Erebistana Siûdî ragihand, gumanbarekî bi rêya kembera bombekirî di dema gihiştîna hêzên ewlehiyê de xwe teqand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Asayîşa Erebistana Siûdî ragihand, gumabarekî bi rêya kembera bombekirî di dema gihiştîna hêzên ewlehiyê de xwe teqand.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Asayîşa Erebistana Siûdî, dema destnîşankirina cihê gumanbarekî bi navê Ebdullah bin Zayid Ebdurehman Bekrî û gihîştina hêzên ewlehiyê bo wî cihî, bi kembera bombekirî, xwe teqandiye.

Herwiha eşkere kir ku piştî xweteqandinê, 3 kes ji hêzên ewlehiyê û kesekî Pakistanî birîndar bûn, kesê xwe teqande, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Bûyer li taxa El Samir a li parêzgeha Ciddeyê, îro înê 12ê Tebaxa 2022yan rûdaye.