Termê keça 6 salî hat dîtin

Piştî nêzîkî 24 demjimêr ji desteserkirina kujerê Farûq Mîrza û keça wî, duh bi şev termê Axînka şeş salî hat dîtin.
Farûq Mîrza û keça wî Axînk
Farûq Mîrza û keça wî Axînk

Hewlêr (K24) – Piştî nêzîkî 24 demjimêr ji desteserkirina kujerê Farûq Mîrza û keça wî, duh bi şev termê Axînka şeş salî hat dîtin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, navê kujer B.D.S ye û di lêpirsîna destpêkê de kujer li xwe mikur hatiye ku Farûq Mîrza û keça wî Axînk kuştiye.

Roja pêncşema borî 4ê meha Tebaxê, Farûq Mîrza û keça wî Axînk ji aliyê hevalê xwe ve hatibû vexwendin û li baxê hevalê xwe hatibû kuştin, piştî sê rojan, termê Farûq li heman cih hat dîtin.

Duh bi şev 12ê Tebaxê, termê keça şeş salî Axînk hat dîtin.

Li gor zanyariyan, kujer beriya niha jî tawana kuştinê encam daye û piştî 3 salan ji zindanîkirinê, hatiye berdan.

Herwiha di sala 2021ê de kujer bi tohmeta revandina du keçên zarok ên penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye desteserkirin.