Dikandarên Diyarbekirê ji ber giranbûna heqê elektrîkê bêzar bûne
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê dikandar ji ber giranbûna heqê karebayê bêzar bûne. Xerçenîşên karebaya hin dikanan ji kirêya wan zêdetir e. Dikandar dixwazin ku heqê karebayê were erzankirin. Rayedarên rêxistinên karebayê jî dibêjin; ji ber ku kareba di destê kompaniyên taybet de ye giran e û daxwaz dikin ku dîsa dewlet karebayê belav bike.
Li Diyarbekirê rojane bi hezaran welatî derdikevin sûk û bazarê. Lê belê ji ber ku hewa gelekê germ e welatî ji bo danûstandinê li dikanên hênik digerin. Gelek dikandar ji ber zêdebûna heqê karebayê klîmayên xwe venakin, li şûna klîmayan perwaneyan vedikin. Dikanên germ vala ne, yên hênik deyndarên karebayê ne. Dikandar dibêjin, xercenîşên karebayê ji kirêya dikanên wan zêdetir e.
Dikandar Firat Solgun ji K24ê re diyar kir: “Berê xercenîşên mehane 6-7 hezar lîre dihat lê belê niha 15-18 hezar lîre tê. Em ji tirsa nikarin klîmayan vekin. Jixwe muşterî kêm in, em bi zor û zehmet kirêya vê dikanê didin.”
Welatiyekî diyar kir: “Ev dikan ne fabrîqe ye; dikaneke 40 metre çargoşe ye. Em jî lembeyên xwe pênexin û kelûpelên xwe pêşkêş nekin ma dibe? Divê dikana me ronî be, kiriyar bên û tiştan bibînin. Em pênc kurîş kar bikin pênc kurîşan jî ji berîka xwe didin. Berê xercenîşa me 5 hezar lîre bû niha bûye 10 hezar lîre.”
Di navbera 2004 û 2013an de dewletê li hemû herêmên Tirkiyeyê rêveberiya karebayê da kompaniyên taybet. Li gorî ragihandina rayedarên dewletê yên 2013an, armanca vê yekê ew bû ku pêşiya bikaranîna karebaya qaçax bê girtin. Lê belê rayedarên saziyên sivîl, firotina karebayê bi destê kopmaniyên taybet şaş dibînin û dibêjin, ev kompanî kar dikin, welatî zirar dikin.
Hevseroka Jûra Endezyarên Karebayê ya Şaxa Diyarbekirê Sorgul Aytek Avşar ji K24ê re ragihand: “Ev xizmeteke giştî ye lê ne di destê dewletê de ye. Ev jî maye bi hêviya wijdana kompaniyên taybet ve. Rêjeya karê wan kompaniyan gelek zêde ye. Divê saziyên pêwendîdar yên dewletê rêveberina karebayê ji destê kompaniyan derxîne û dîsa wekî xizmeta giştî belav bike.”
Dikaneke 15 metre çargoşe, sê fatureyên wê yên elektrîkê, yên 3 mehên dawî wiha ne: Meha Hezîranê 1.563 lîre, meha Tîrmehê zêde bûye û 2 hezar û 7 lîre hatiye û ya Tebaxê jî bûye 3 hezar û 700 lîre. Xwediyên dikanê dibêjin herger bi vî awayî bimeşe ew nikarin ji bin vî barî derkevin.