Hejmarek koçberên din ên Kurd winda ne

Ji 93 koçberên ku roja çarşemê 11ê Tebaxa 2022yan belema wan li nêzîkî giraveke Yûnanistanê noqî avê bû, tenê 29 kes rizgar bûn û yên din winda ne.

Hewlêr (K24) – Ji 93 koçberên ku roja çarşemê 11ê Tebaxa 2022yan belema wan li nêzîkî giraveke Yûnanistanê noqî avê bû, tenê 29 kes rizgar bûn û yên din winda ne.

Komeleya Penaberên  Vegeriyayî yên Ewropayê ragihand, piraniya wan koçberan Kurd in û belema ku tê de bûn, ya nêçîra masiyan bûye û ji şiyana xwe zêdetir, koçber lê siwar bûne.

Li gor zanyariyan, hîn jî çarenûsa hejmareke mezin a wan koçberên ku roja çarşema borî di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de belema wan di deryayê de noqî avê bû, ne diyar e. Komeleya Penaberên Vegeriyayî yên Ewropayê eşkere dike, piraniya wan koçberan Kurd in.

Serokê Komeleya Penaberên  Vegeriyayî yên Ewropayê Bekir Elî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Belema ku koçber lê hatibûn barkirin, belema nêçîra masiyan bûye. Belemeke bi silamet nîne û zêdetirî şiyana xwe koçber lê hatine siwarkirin. Hejmara koçberan 93 kes bûye, li gor zanyariyên me heta niha tenê 29 kes rizgar bûne û ewên din çarenûsa wan ne diyar e.”

Ev di demekê de ye ku hîn jî gelek koçberên Kurd ên par di Deryaya Egeyê de û di kanala Îngilîzê de belema wan noqî avê bû, çarenûsa wan ne diyar e. Beşek ji wan termên wan hatine dîtin û hatine vegerandin, lê belê 27 kes ne bi zindî, ne jî bi mirî, li ser wan ti zanyariyek tune ye.