PDK: Dikarin li ser encamdana hilbijartinên pêşwext rêkeftin bikin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ji hemû aliyên siyasî daxwaz dike, pêngavên cidî, pêwîst û bilez ji bo encamdana gotûbêjeke berhemdar û serkeftî bigrin ber xwe.

Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ji hemû aliyên siyasî daxwaz dike, pêngavên cidî, pêwîst û bilez ji bo encamdana gotûbêjeke berhemdar û serkeftî bigrin ber xwe.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat diyarkirin: “Ji bo baştirkirina rewşa niha ya Iraqê, piştî ku hemû aliyan li hev bikin, dikarin rêkeftin bikin li ser encamdana hilbijartinên pêşwext.”

Polîtburoya PDKê destnîşan kir: “Ji ber berpirsyarî û ji bo berjewendiya welat û parastina Iraqê ji wan metirsiyên ku di qonaxa niha de rûbirû dibe, em ji hemû serkirdeyên siyasî yên ser qada Iraqê daxwaz dikin ku di asta berpirsyariya vê qonavê de bin.”

Herwiha daxwaz dike, li ser bingehên destûra Iraqê ji bo rizgarkirina welat ji vê rewşa xitimînê ya niha, pêngavên cidî, pêwîst û bilez ji bo encamdana gotûbêjeke berhemdar û serkeftî bigrin ber xwe.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hemû aliyên siyasî li hev bikin û soza wê yekê bidin ku ji encama dawî ya hilbijartinan razî dibin û ezmûna hilbijartinên Iraqê yên borî jî dubare nebe.

Roja 10ê Cotmeha 2021ê, hilbijartinên pêşwext li Iraqê hat encamdan, lê belê ji ber nakokiyên navbera aliyên Iraqî, di nava 10 mehên borî de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê negihîştin rêkeftinê.