HDP: Tirkiye li dijî Kurdan bi her kesî hevdîtin dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu ku gotibû wî digel hevtayê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad li Belgradê hevdîtin kiriye û xwestiye Şam û opozîsyon lihev bikin, berdewam e.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê aşkere kir ku di çarçoveya civîna “Tevgera Bêalî” li Belgradê de ku di Cotmeha borî de paytexta Sirbîstanê hatibû lidarxistin, bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtineke kurt pêk anîbû. Her wiha Çavuşoglu daxwaza lihevkirinê di navbera opozîsyon û rêjîma Esed de kir.
Daxuyaniyên Çavuşoglu li ser asta navxweya Tirkiyê jî di rojeva partiyên opozîsyonê de cih girt. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar diyar kir, Tirkiye li dijî Kurdan, bi her kesî hevdîtin dike.
Li gor Sancar, Tirkiye da ku operasyona xwe ya li dijî rojavayê Kurdistanê pêk bîne, behsa danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re dike û ji bo vê armanca xwe jî amade ye bi Şamê re li hev bike. Sancar got: Heke Tirkiye bi Şamê re li hev bike, ev yek dê ne ji bo aştiyê, lê dê ji bo dirêjkirina siyaseta xwe ya şerxwaz be.
Partiya Gel a Komarê (CHP) ku ji mêj ve ye dixwaze Enqere û Şam pêwendiyên xwe asayî bikin, piştî daxuyaniyên Çavuşogluyî banga xwe ya danîna diyalogê bilindtir dike.
Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Unal Çevîkozî dibêje, ji bo aramiya Suriyê û vegerandina koçberan, riya herî rasteqîn ew e ku Tirkiye û Sûriye di nava danûstandinê de bin.
Ji aliyekî din ve, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja 5ê Tebaxê li Sochiyê bi Serokê Rûsyê Vladîmîr Putîn re civiyabû. Putîn jî di wê civînê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiye û Sûriyê, riya Şamê nîşanî Erdogan dabû.
Hefteya borî jî, Rojnameya “Turkiye Gazetesi” diyar kiribû, welatekî Kendavê û welatekî Afrîkayê navbênkariyê di navbera Tirkiye û Sûriyê de dikin. Li gor wê rojnameyê, egera wê yekê heye Erdogan û Esed pêwendiyeke telefonî encam bidin.
Bi van hemû daxuyanî û karvedanan re, hikûmeta Sûriyê bi awayekî balkêş bêdengî hilbijartiye û heta niha ti helwestek nîşan nedaye.