Mesrûr Barzanî êrîşa xwekujî ya bajarê Ceddayê şermezar dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Em bi Siûdiye û navçeyê bi giştî re li dijî terorê radiwestin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa xwekujî ya li bajarê Cedda ya Siûdiyê şermezar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Em teqîna xwekujî ya ku li Ceddayê hatiye kirin, bi tundî şermezar dikin. em hevxemiya xwe ji birîndarên vê êrîşa hovane re radigihînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Em bi Şahinşaniya Erebistana Siûdî û navçeyê bi giştî re li dijî terorê radiwestin.”

Hêzên ewlekariya Siûdiyê duhî Înê di daxuyaniyekê de ragihand, li taxa El-Samir a Ceddayê di dema desteserkirina tometbarekî bi navê Ebdulla Bin Zayid Ebdulrehman Bekerî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, tometbar xwe bi riya kenbera piştê teqand û di encamê de 4 kes birîndar bûn.