Herdu kesên hewl dan li Ezezê ala Tirkiyê biweşitînin hatin desteserkirin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, Herdu kesên hewl dan li Ezezê ala Tirkiyê biweşitînin hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li hejmara xwe tora civakî “Twitter” ragihand, du kesê bi navê (A.E.H) yê hewl daye li Ezazê ala Tirkiyê bişewitîne û (M.H) yê alî wî dikir, hatine desterserkirin.

Soylu diyar kir, ew her du kes bi operasyona hevpar a Îstixbarata Tirkiyê, Rêveberiya Polîsan a Kilîsê û Encûmena Leşkerî ya Ezazê hatine desteserkirin. Soylu got jî: “Operasyonên ji bo tesbîtkirin û girtina gumanbaran hîn jî dewam dikin.”

Di du rojên borî de, bi hezaran Sûrî li deverên di bin kontrola opozîsyonê de li bakur û bakurê rojavayê wî welatî daketin kolanan, û daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku daxwaza "lihevkirina" Şam û opozîsyonê kiribû, şermezar kirin.

Di hin xwepêşandanan de, ala Tirkiyê hat şewitandin û daxistin.