Sedir banga “meşeke milyonî” ji hemû parêzgehan ber bi Bexdayê ve dike

Sedir bang li gelê Iraqê kir, ji bo çaksaziyê û rizgarkirina Iraqê ji gendekaran, ji hemû parêzgehan ber bi Bexdayê bi rê bikevin û xwepêşandaneke milyonî bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir bang li hemû gelên Iraqê kir, ji hemû parêzgehan ve ber bi Bexdayê ve bimeşin û piştgiriyê bidin rûniştina alîgirên xwe yên li derveyî parlamentoyê.

Wezîrê Tevgera Sedirê Salih Mihemed Iraqî li ser zarê Muqteda Sedir îro di daxuyaniyekê de bang li gelê Iraqê bi hemû çîn û pêkhateyên wê kir, ji bo çaksaziyê û rizgarkirina Iraqê û ji bo ku Iraq nekeve destê gendelî, zulm, mîlîşyayan û partiyên gendekar, ji hemû parêzgehan ve ber bi Meydana Tehrîr a Bexdayê bi rê bikevin xwepêşandaneke milyonî ya aştiyane bikin.

Sedir daxwaz ji gelê Iraqê kir, bi ala Iraqê, alayên çaksazî û azadiyê û bi dengên xwe dakevin kolanan û piştre bi awayekî aram û ewle vegerin malê.

Sedir derbarê armanca vê xwepêşandanê de dibêje: “Ji bo em peyameke cemawerî ya milyonî bigihînin tevahiya cihanê ku Iraq bi çaksaziyê re û cihê gendelkaran di Iraqê de nîne û biryar jî ya gel e.”

Sedir roja xwepêşandanê diyar nekir, lê ji alîgirên xwe re got: “Li benda dem û rênimayan bin û xwe amade bikin.”

Çarçoveya Hevehangiyê roja 25ê Tîrmeha borî Mihemed Şiya Sûdanî ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê kandîd kir, alîgirên Tevgera Sedir jî li dijî wê yekê roja 30î Tîrmehê daketin kolanan û dest bi xwepêşandan kirin.

Tevî ku hilbijartinên giştî yên Iraqê di Cotmeha sala 2021ê de hatine kirin, lê heta niha aliyên Iraqî li ser avakirina hikûmeta nû, hilbijartina serokomar û destnîşankirina serokwezîr negihîştine ti rêkeftinekê.