Davutoglu: Şert û mercên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ava nebûye

Davutoglu: Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn hewl dide bi darê zorê Tirkiye û Sûriyê li hev bicivîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Siberojê Ahmet Davutoglu radigihîne, şert û mercên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ava nebûye û nabe Tikriye bi Şamê re dest bi danûstandinan bike.

Serokê Partiya Siberojê û serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di bernameyeke televîzyonî de ragihand, “Min hevdîtina dawî li Şamê bi Esed re kir. Ji wê demê ve rejîma Sûriyê çekên kîmyayî li dijî gelê xwe bikar aniye. Li Heleb, Hama, Dêrezor û Laziqiyê gelê xwe bombebaran kir. Ev rêjîm bi piştgiriya derve hewl dide bijî û bi mîlyonan kes sirgûnî Tirkiyê kirine.”

Got jî: “Serokê Rusyayê Vladîmîr Putîn hewl dide bi darê zorê Tirkiye û Sûriyê li hev bicivîne û hikûmeta Şamê rewa bike, lê şert û û mercên asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê ava nebûye.

Li gorî Davutoglu: “Rejîmê helwesta xwe guhertiye. Bi gelê xwe re îradeya aştiyê nîşan dide, ji ber van sedeman nabe Enqere bi Şamê re dest bi danûstandinan bike.”

Davutoglu herwiha got, dibe ku ew ji PKKê hêrs bibin, lê nabe ji ber PKKê, Kurdên Sûriyê weke dijmin bên nîşandan.

Ev daxuyaniya Davutoglu piştî wê yekê tê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja Pêncşemê aşkere kiribû ku di çarçoveya civîna “Tevgera Bêalî” li Belgradê de ku di Cotmeha borî de paytexta Sirbîstanê hatibû lidarxistin, bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad re hevdîtineke kurt pêk anîbû. Her wiha Çavuşoglu daxwaza lihevhatina opozîsyon û rêjîma Esed kir.