DAIŞê malek li gundekî Kerkûkê teqand û zarokek revand

Hêzên ewlehiyê gihîştin gund û li herêmê dest bi operasyonekê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Polîsên Kerkûkê Amir Nûrî ragihand ku çeteyên DAIŞê êrîşî gundê El-Sumûd ê girêdayî navçeya Daqûqê ya li başûrê Kerkûkê kirin.

Nûrî destnîşan kir, çeteyên DAIŞê mala muxtarê gund Hesen Ebdullah jî teqandin û diyar kir ku di avahiyê de ziyaneke mezin çêbûye, lê ziyanên canî çênebûne.

Nûrî diyar kir, çekdarên DAIŞê piştre zarokekî 13 salî (Ebdulla Îbrahîm Remo) ku kurê Rêveberê Dibistana gund e revandin û ti zanyarî derbarê çarenivîsa wî de tune ne.

Nûrî diyar kir jî, ji bo rizgarkirina zarokê revandî, hêzên ewlehiyê gihîştin gund û li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

DAIŞê di sala 2014an de Mûsil, Selahedîn û Enbarê û herwiha beşek ji parêzgehên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibûn. Tevî ku ev navçe bi salan e ji DAIŞê hatin rizgarkirin, tevî vê yekê jî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ser gundên van parêzgehan dewam dikin.