Encûmena Dadweriyê bersiva Sedir da: Hilweşandina parlamentoyê ne di destê me de ye

Muqteda Sedir daxwaz ji Encûmena Dadweriyê kiribû, parlamentoya Iraqê hilweşîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê di bersiva daxwaza Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir de ragihand, ne ji desthilata wê ye parlamentoyê hilweşîne.

Piştî ku Muqteda Sedir roja 10ê vê mehê daxwaz ji Encûmena Dadweriyê kir parlamentoya Iraqê hilweşîne, Encûmena Dadweriyê îro Yekşemê 14ê Tebaxê civiya û di daxuyaniyekê de ragihand, ne ji desthilata wê ye parlamentoyê hilweşîne.

Encûmena Dadweriyê got jî, kar û erkên Encûmena Dadwerî li gorî xala (3) ya yasaya Encumena Bilind a Dadwerî ya bi hejmara (45) a sala 2017an hatiye diyarkirin, kar û erkê wê bi giştî tenê girêdayî pirsên dadweriyê ye û ne ji desthilata wê ye ku destêwedana di karûbarên desthilata yasadanan an jî desthilata cîbicîkar de bike.

Her wiha Encûmena Bilind a Dadweriyê bang li hemû aliyên siyasî û medyayî kir ku, desthilata dadweriyê tevlî nakokî û hevrikiyên siyasî nekin.