Serok Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadi Amirî civiya

Serok Barzanî û Hadî Amirî tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aliyên siyasî gavan ber bi çareserkirina pirsgirêkan bavêjin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadi Amirî civiya û guftûgo derbarê dawî pêşhat û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro 14ê Tebax 2022an li Hewlêrê ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadi Amirî civiya.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî pêşhat û astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê de hatin kirin.

Serok Barzanî û Hadî Amirî di civînê de tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aliyên siyasî gavan ber bi çareserkirina pirsgirêkan bavêjin û hewlên xwe ji bo derbasbûna ji qeyrana siyasî terxan bikin