SANA: Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Şam û Tartûsê de 3 leşker hatin kuştin

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Şam û Tartûsê de 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrişa mûşekî ya Îsraîlê li ser hin xalên li gundewarê Şamê û Tartûsê de, 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Jêderekî leşkerî yê Sûriyê ji fermî ya Sûriyê “SANA” re ragihand, êvara Yekşemê demjimêr 20.50’an de, Îsraîlê bi roketan êrîşeke asmanî ji aliyê başûr-rojhilatê Beyrûtê ve pêk anî û hin xal li gundewarê Şamê kirine armanc.

Diyar kir, ev êrîş hevdem bû ligel êrîşeke din a Îsraîlê ji aliyê deryayê ve ku hin xal li başûrê parêzgeha Tartûs kirin armanc.

Wî jêderî aşkere kir, di encama her du êrişan de 3 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn, her wiha ziyanên madî çêbûne.

Bal kişand ser wê yekê jî ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekên êrişkar bû û hin ji wan xistine xwarê.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.