Li siruşta Dêrsimê 2 hezar gul û giyayên cuda hene

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor lêkolînên zanistî, li siruşta Dêrsimê 2 hezar gul û giyayên cuda hene ku sedî 20 ji wan herêmî ne. Mamostayê zanîngehê dibêje, di parastina jîngeh û siruşta Dêrsimê de, rola xelkê Dêrsimê jî heye ku gelek ji ax û siruştê hez dikin. Her wiha ew mamoste dibêje: Dewlemendiya mezin li ser erdê ye, ne ya bin erdê ye.

Hezkerê siruşt û jîngehê mamostayê Zanîngehê Metîn Armangan, li Dêrsimê, binarê çiyayê Munzurê, li gul û giyayên cuda digere.

Mamosta Metîn, heşt sal in li dol û gelî, çiya û zozanên Dêrsimê lêkolînê dike. Heta niha zedetirî 2 hezar û gul û giyayên cuda dîtine ku nêzîkî 400 ji wan taybet yên Dêrsimê ne.

Mamostayê zanîngehê Doç. Dr. Metîn Armangan dibêje: “Sala 2011ê, ez yekem car hatim û li navçeya Pilurê hilkişiyam Çiyayê Munzurê. Sala 2014 derfet derket û di çarçoveya lêkolîneke zanistî de hatim. Karekî wiha ji bo min xewn û xeyal bû. Min di heyama du mehan de nêzîkî 3 hezar nimûne komkirin. Diyar bu ku, li Dêrsimê 2 hezar gul û giyayên cuda hene. ji bo Dêrsimê dewlemendiyeke mezin e.”

Mamosta Metîn, aliyek karê xwe yê zanistî dike, aliyê din jî gera di nav siruştê de wek dermanê dibîne. Dibêje, di nav siruştê de aram e û dema kulîlkek cuda jî dibîne pir dilxweş dibe.

Doç. Dr. Metîn Armangan dibêje: “Bi nêrîna min li Dêrsimê siruşt tê parastin. Xelkê Dêrsimê hez ji siruştê dike û diparêze. Hejmara mirovan jî li vê derê kêm e ku hin dever hene dest negihiştiye. Heta niha em gihiştine du hezar gul û giyayên cuda ku sedî bist ji wan taybet yên Dêrsimê ne.”

Mamostayê Zanîngehê Metîn Armagan, di gel dîtina du hezar gul û giyayên cuda li siruşt û çiyayên Dêrsimê, gihiştiye encameke din jî. Dibêje, dewlemendî ne li bin erdê ye, li ser erdê ye, lê ji bo vê pêwîstî bi çavan heye.