Helwesta yekem a Îranê li ser êrîşa li ser Selman Ruşdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê îro Duşemê red kir ku pêwendiya Îran bi êrîşkerê nivîskarê Brîtanî Selman Ruşdî re hebe.

Li gorî nûçeya ajansa “ISNA” Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li Tehranê got: “Em bi tundî û fermî red dikin ku pêwendiya me bi êrîşker re hebe.” Her wiha got jî, mafê ti kesî tune ye Komara Îslamî ya Îranê tawanbar bike.

Kenanî got, Selman Ruşdî bi sivikatîkirina li pîroziyên îslamî û derbaskirina xetên sor, zêdetirî milyar û nîv misilmanan û peyrewên hemû olên din, xwe xistiye ber hêrsa xelkê.

Got jî: “Em ji aliyê yasayî ve sivikatîkirina olên yekxwedayî şermezar dikin. Nabe em êrîşa li ser Ruşdî, bêyî şermezarkirina sivikatîkirina wî bi ola Îslamê bikin.”

Ev yekem karvedana Tehranê ya li hember hewla kuştina Selman Ruşdî ye.

Roja Îna borî 12ê Tebaxa 2022an, kesekî Amerîkî yê bi regezê Libnanî yê bi navê Hadî Matar, bi kêrê li romanivîsê Brîtanî yê bi regezê Hindî Selam Ruşdî da û ew birîndar kir.

Romana Selam Ruşdî ya bi navê “Ayetên Şeytanî” ku di sala 1988’an de hatibû çapkirin, bû sedema nerazîbûnên mezin û rêberê berê yê Îranê Ruhollah Xumeynî fetwaya kuştina wî da. Misilman jî wî bi sivikatîkirina bi ola Îslamê û Qurana pîroz tometbar dikin.