Parlamenterê Mehabadê rexneyên tund li Serokomarê Îranê digre

Celal Mehmûdzade diyar kir, nêzîkî %70ê dirûşm û sozên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nehatine cîbicîkirin.
Parlamenterê Mehabadê yê li Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade
Parlamenterê Mehabadê yê li Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade

Hewlêr (K24) – Parlamenterê Mehabadê yê li Meclisa Şûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade diyar kir, nêzîkî %70ê dirûşm û sozên Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî nehatine cîbicîkirin û heta berevajî wan bûye.

Celal Mehmûdzade ji ajansa Îlna ya Îranê ragihandiye, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di dema bangeşeya hilbijartinan û nasandina kabîneya xwe de çendîn dirûşm û soz dan, lê belê %70ê wan nehatiye cîbicîkirin û berevajî wan bûye.

Mehmûdzade li ser aboriya Îranê û enflasyona li welat diyar kiriye: “Biryar bû biha ji bihayên sala borî bilindtir nebe, biryar bû bihayê derman zêdetir nebe, rêjeya enflasyonê kêm bibe û her sal derfetên kar werin ragihandin û milyonek xanî werin çêkirin, lê belê ji van ti yek nehatin cîbicîkirin.”

Herwiha li ser pêwendiyên navbera Meclisa Şûraya Îslamî û hikûmetê diyar kir, peyamek li paş wan kartên zer ên ji hikûmetê re hatine dayîn heye û gotiye “peyam wê ew e ku hikûmet bernameyên Meclisê cîbicî nekiriye û pêwendiya navbera van herdu saziyan roj bi roj lawaztir dibe”.