Geştên esmanî yên navbera welatekî Ewropa û Hewlêrê dest pê dikin

Konsulxaneya Çekya ya li Hewlêrê ragihand, êdî geştên rasterast ên navbera Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û Praga paytexta Çekyayê dest pê dikin.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Çekya ya li Hewlêrê ragihand, êdî geştên rasterast ên navbera Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û Praga paytexta Çekyayê dest pê dikin.

Konsulê Giştî yê Çekya yê li Hewlêrê Karel Kortanek û Rêveberê Kompaniya FLYERBIL di civîneke çapemeniyê de ragihandin, her roja duşemê, geşta esmanî ya navbera Hewlêr û Pragê dê pêk were.

Li ser dayîna vîzeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Çekyayê ragihand, ew ê ji bo dayîna vîzeyê bo welatiyên Herêma Kurdistanê, hêsankariyê bikin.

Ev di demekê de ye ku beriya niha welatiyên Herêma Kurdistanê dikaribûn bi transît serdana welatê Çekyayê bikin, lê piştî destpêkirina van geştan, êdî welatî dikarin ji Hewlêrê rasterast biçin Pragê.

Çekya di nav lîsteya welatên Schengenê de ye, ji başûr ve ligel Awusturya, ji rojava ve ligel Almanya, ji bakurê rojhilat ve ligel Polanda û ji başûrê rojhilat ve ligel Slovakya hevsînor e.

Praga paytexta Komara Çekya, yek ji bajarên herî xweş ên Ewropayê ye û ji hemû cîhanê geştyar sedana wê dikin. Hejmara nişteciyên Çekyayê nêzîkî 11 milyon kes e.