Sidqî Zîlan: Şer zirarê digihîne doza Kurdistanê

Parêzer Sidqî Zîlan li ser xebata çekdarî ya PKKê û siyaset û stratejiya wê diyar kir, rêya siyasetê ji bo doza Kurdistanê rêyeke rasttir e.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Parêzer Sidqî Zîlan li ser xebata çekdarî ya PKKê û siyaset û stratejiya wê diyar kir, rêya siyasetê ji bo doza Kurdistanê rêyeke rasttir e û got: “Şer zirarê dide doza Kurdistanê.”

Sidqî Zîlan beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê û ragihand: “Tengasiya PKKê ew e ku di destpêkê de bi hêzeke çekdarî dest bi xebatê kiriye, beriya wê xebateke sivîl, civakî, kultûrî hebana, li ser vê bingehê eger hêzeke çekdarî çêbe – pêwîstî hebe tune be ew nîqaşeke din e – eger çêbe, tiştekî din tê holê.”

Zîlan dibêje: “Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, diviyabû 20 sal berê çek rawestiya, vê yekê Ocalan jî dibêje, pêşengên PKKê jî dibêjin, di şert û mercên Tirkiyê de divê şer bi dawî be, her kes vê yekê qebûl dike.”

Herwiha diyar kir: “Berjewendiya gelê Rojava ku ji aliyê îdeolojiyê ve nêzî PKKê be jî, ew jî naxwazin şerê PKK û Tirkiye, çimkî şerê wan zirarê dide statuya Rojavayê Kurdistanê.”

Parêzer Sidqî Zîlan destnîşan dike: “Başûrê Kurdistanê girîng e, ku destkeftineke mezin e ji bo gelê Kurdistanê, statuya Başûr, destûra Iraqê jî qebûl kiriye, dinya û Neteweyên Yekbûyî û hêzên mezin jî qebûl dikin.”

Herwiha eşkere dike: “Şerê PKK û Tirkiyê li axa Başûrê Kurdistanê, zirarê dide doza Kurdistanê û gelê Kurdistanê, divê PKK jî vê yekê qebûl bike.”

Sidqî Zîlan diyar dike: “Siyaseta Kurdan li Bakurê Kurdistanê di bin wesayeta îdeolojî û çekdarî û leşkerî de ye, civak azad nîne, wextê civak azad nebe mejî jî azad nabe, hinek tiştên ku em bêjin xelet tên fêmkirin. Em berjewendiya HDPê, derdor û ewên nêzîkî PKKê ne, dixwazin. Di aştiyê de bi rêyeke sivîl, weke rêya ku HDPê daye ber xwe, ew rê bêtir rast e, ew rê bêtir li gor berjewendiya gelê Kurdistanê ye. Şer zirarê dide doza Kurdistanê. Dema em ji wan dipirsin, ew dibêjin Tirkiye berpirsyar e, Tirkiye nasekine, em jî dibêjin, wan bahaneyan nedin destê Tirkiyê, bila êrîşî Rojava jî neke, bila êrîşî Başûrê Kurdistanê jî neke.”