YNK bo PDKê: Em li Bexdayê bi yek pakêteke niştimanî rûbirûyî vê rewşê bibin

Polîtburoya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) di peyamekê de ku bi boneya 16ê Tebaxê arasteyî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiriye, ragihand; li Bexdayê bi yek pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî vê rewşê bibin.

Hewlêr (K24) – Polîtburoya Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) di peyamekê de ku bi boneya 16ê Tebaxê arasteyî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kiriye, ragihand; li Bexdayê bi yek pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî vê rewşa nexwestî bibin.

Sibe 16ê Tebaxê, 76 sal di ser damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re derbas dibin.

Bi vê boneyê, Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di peyamekê de ku arasteyî PDKê kiriye, dibêje: “Em pîrozbahiyên germ li we dikin û em hêvîdar in ev salveger bibe derfetek ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbera me ji bo derbaskirina hemû wan astengiyên ku li ser rêya hevtêgihîştina me ya di karê hevbeş de li Kurdistan û Iraqê û bi taybetî di rêya geşepêdana siyaseteke dadperwerane ya Kurdistanî ya hikûmranî û aborî û xizmetguzariyê de dirust bûne.”

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Her di vê salvegerê de em hêvîdar in pirs û tevgerên siyasî yên cîhan û navçe û Iraqê cidî werin girtin.”

Herwiha di peyamê de YNKê amaje bi nêrîna xwe ya ji bo rûbirûbûna rewşa niha ya siyasî ya Iraqê kiriye û daxwaz kiriye, aliyên siyasî yek nêrîneke wan ji bo çareseriyê hebe, ku di sûda gelê Kurdistanê de be.

Li ser vê mijarê di peyamê de hatiye: “Em hemû hêz û aliyên siyasî, hewldanên xwe bi cûreyekê yek bikin ku di qezenca yekrêzî û pêkveyî ya gelê me de be, bi taybetî li Bexdayê bi yek pakêteke niştimanî û Kurdistanî rûbirûyî vê rewşa nexwestî ya niha ya Iraqê bibin ji bo derbaskirina welat ji vê rewşa ku têketiye.”