PDK: Divê em hemû ber bi çareseriyê ve gav biavêjin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 76emîn salvegera damezrandina PDK û rojbûna Serok Barzanî, peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 76emîn salvegera damezrandina PDK û rojbûna Serok Barzanî, peyamek belav kir û ragihand, rûyê PDKê ber bi aştî, çareserî, yekrêziya naxweyî ve ye, ligel Bexdayê destûra herdemî ya Iraqê û rêkeftin û lihevkirinê weke bingeha çareseriyê dibîne. Herwiha diyar kiriye, PDK ji bo vê yekê naweste û hemû hewlên xwe yên siyasî û dîplomasiyê dide û ji bo vê yekê xebatê dike.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat eşkerekirin: “16ê Tebaxê, roja mezin û birûmet û berhemdar a gelê me, ku tê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat damezrandin û di heman rojê de Rêzdar Serok Barzanî jidayîk bû û çavê xwe li jiyan û xebatê vekir. Di destpêkê de em bi dilekî gelek bi hêvî, hêviya ber bi siberojeke geştir, em pîrozbahiyê li gel, Rêzdar Serok Barzanî, niştimanperwer û azadîxwazan dikin.”

Polîtburoya PDKê destnîşan dike: “Partiya Demokrat a Kurdistanê bi sûdwergirtina ji cîhandîtiyê Mistefa Barzanî yê rêberê netewe û damezrînerê PDKê, ji roja geş a damezrandinê ve heta niha xebatê dike ji bo aştî, azadî, demokrasî, pêkvejiyana olî û netewî û siyasî, herwiha kar dike ji bo pêşketina civakî û vejandina aborî û geşkirina kultûrî û pêkanîna jiyana herî baş ji bo welatiyan.”

Herwiha eşkere dike: “Di demekê de ku em vê salvegera bi rûmet pîroz dikin, navçe, Iraq û Kurdistan di qonaxeke hestyar re derbas dibin, kêşeyên siyasî û aborî her ku diçe zêde dibin, loma divê em hemû ber bi çareseriyê ve gav biavêjin, en berjewendiyên bilind bibînin û ji pencereya mezin ve li erkên rastîn û herdemî binêrin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûyê Partiya Demokrat a Kurdistanê weke her dem ber bi aştî, çareserî, yekrêziya naxweyî ve ye, ligel Bexdayê jî destûra herdemî ya Iraqê û rêkeftin û lihevkirinê weke bingeha çareseriyê dibîne û ji bo vê yekê naweste û hemû hewlên xwe yên siyasî û dîplomasiyê dide û ji bo vê yekê xebatê dike.