Kobanê.. Di encama êrîşa Tirkiyê de zarokek şehîd bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê ji serê vê sibehê ve gundên Amûde, Dirbêsiye, Zirgan, Şêrewa û bajarê Kobanê dane ber topan, di encamê de şehîd û birîndar hene.

Li gorî jêderên xwecihî, artêşa Tirkiyê ji îro danê sibê ve, hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûde, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran dike.

Desteya Tendirustiyê diyar kir, di topbarana Tirkiyê de li Kabonê zarokek şehîd bû û 3 kesên din jî birîndar bûne ku di nava wan de zarokek heye.

Li gorî jêderan jî, li Şêrewa zarokek birîndar bûye û li navçeya Zirganê jî zarokekî din birîndar bûye.

Di dema dawî de, bi zêdebûna gefên Tirkiyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê re, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de zêde bûne.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser jî îro di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên Tirkiyê bi armanca tirsandin û koçberkirina gel û valakirina herêmê ne.

Her wiha got, ew Rûsya û welatên Hevpeymaniya Navdewletî di ber van êrîşan berpirsyar dibînin, ji ber ku wan soza parastina herêmê ji êrîş û destdirêjiyan dane.