Tirkiyê baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê bombebaran kir

Rêwangeha Sûrî bo Mafên Mirovan eşkere kir, di êrîşeke firokeyên şer ên Tirkiyê de bo ser baregeheke serbazî ya artêşa Beşar Esed, 11 serbaz hatin kuştin.

Hewlêr (K24) – Rêwangeha Sûrî bo Mafên Mirovan eşkere kir, di êrîşeke firokeyên şer ên Tirkiyê de bo ser baregeheke serbazî ya artêşa Beşar Esed, 11 serbaz hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro sêşemê 16ê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û diyar dike, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke serbazî ya ser bi artêşa Beşar Esed li gundê Çarqilê ya li nêzîkî Kobanî, bombebaran kir, li gor amarên destpêkê 11 serbaz hatin kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji ber zêdebûna hejmara birîndaran û xirabiya rewşa wan a tendirustiyê, tê çaverêkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, zanyariyên wan wê yekê piştrast nakin ku hemû wan serbazên hatine kuştin, ser bi artêşa Beşar Esed in.

Îro danê sibê, artêşa Tirkiyê hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûde, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran kirin.

Desteya Tendirustiyê diyar kir, di topbarana Tirkiyê de li Kabonê zarokek şehîd bû û 3 kesên din jî birîndar bûne ku di nava wan de zarokek heye.