Hemo: Baweriya Enqere û Şamê bi hev nayê

Hemo: Daxuyaniyên Tirkiyê tektîkî ne, nakokiyên Tirkiye û Sûriyê kûr in
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulbasit Hemo li ser pirsa egera asayîbûna pêwendiyên di navbera Tirkiye û rêjîma Sûriyê de diyar kir, “Daxuyaniyên Tirkiyê tektîkî ne, nakokiyên Tirkiye û Sûriyê kûr in.”

Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdilbasit Hemo beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pirsa çarenivîsa opozîsyona Sûriyê û Kurdan diyar kir: “11 sal in temenê krîza Sûriyê, di vê heyamê de gelek guhartin di helwestên navdewletî de çêbûn. Di sala 2012an dema dema opozîsyona Sûriyê û bi taybetî Îtîlafa opozîsyonê li Qeterê hat pêkanîn, 122 dewletan piştevaniya wê kirin û gotin ku ev opozîsyon nûnertiya gelê Sûriyê dike. Li pêş Kurdan du bijarde hebûn, yan li aliyê opozîsyonê bin yan jî li aliyê rêjîmê bin. Em jî wek Kurd ku zêdetir ji 50 salî bû xebat ji bo destxistina mafên Kurd ên rewa dikin, ti hikûmet û ti rêjîmê ti gav ber bi Kurdan de neavêt, ji ber wê me aliyê opozîsyonê hilbijart, ji ber ku nabe miletekî azadîxwaz û aştîxwaz bibe alîgirê rêjîmeke diktator û stemkar be. Vê opozîsyonê jî li belgeyeke mafên Kurdan erê kir.”

Li ser helwestên navdewletî derbarê krîza Sûriyê de Hemo got: “Bi dirêjkirina krîza Sûriyê re, helwestên gelek welatan hatin guhartin û bi cidî piştevaniya gelê Sûrî nekirin, roj bi roj pêvajoya Astana û Sochi xurttir bû. Em wek Kurd jî, em neçar in li gor ciyografya û van helwestên navdewletî mafê gelê xwe biparêzin.”

Derbarê çarenivîsa Kurdan ji nêzîkbûna Tirkiye û rêjîma Sûriyê de Hemo got: “ENKS di nava opozîsyona Sûriyê de cihekî wê taybet heye û pêwendî û danûstandin bi Amerîka û Rûsya re dike. Destê ENKS bi xwîna gelê Kurd û Ereb nebûye, rola ENKSê di warê dîplomasî de di nava opozîsyonê, Komîta Destûrê û Desteya Danûstandinan de diyar e.”

Her wiha got: “Krîza Sûriye, krîzeke navdewletî ye, çareseriya Kurdan û Sûriyê bi hev re tên danîn. Li danûstandinên Cenêvê du alî, rêjîm û opozîsyon hene, em jî beşek in ji Sûriyê, çareseriya Kurdan bê çareseriya Sûriyê nayê danîn. Di vê ciyografiyê de eger piştevaniyeke me ya xurt nebe, em wek Kurd nikarin bigihin armancên xwe. Tiştê giring ew e, em çawa dostan çêbikin û xwe bixin berjewendiyên aliyên navdewletî, ne ku siloganan bajêvin.”

Li ser daxuyaniyên aliyê Tirkiyê û egera asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û rêjîma Sûriyê de Hemo: “Rûsya dixwaze Tirkiye û rêjîma Sûriyê ji hevdu nêzîk bike û HSDê bi riya Qendîl û Îranê re tevlî artêşa Sûriyê bike. lê Ez bawer im ku ev daxuyaniyên niha tên dayîn, zêdetir tektîkî ne, ji ber ku nakokiyên di navbera wan de kûr in. Ev daxuyaniyên ji aliyê Tirkiyê ve tên avêtin, ji ber fişarên navxweya Tirkiyê û hilbijartinên sala bê ne. Baweriya Enqere û Şamê bi hev nayê”